Lênêrînek li ser pirtûka Kêmtir
Lênêrînek li ser pirtûka Kêmtir
Dema weşanê: Gulan 22, 2019, 9:44 Dîtin: 641

Dema min dest bi xwendina vê kitêbê kir, ez di nav otubusê de bûm û diçûm zanîngehê. Min wê rojê ezmûnek hebû û ez ne baş bûm, çend pirsgirêkên min hebûn û ...

Ez wêran bûm û hişê min tevlihev bû, min biryarda ko bibime Minimalistek. Ez li pirtûkek geriyam ko kurt be, zêdetir alîkarîya ruh û derûnê mirov bike, û alîkarîya min bike ko bi hişek vekirî, tuj û tena bifikrim û biryarbidim.

 

Min destpêka pirtûkê xwend û min zanî ko ev ew pirtûk e ko ez lêdigeriyam. Pirtûkek gelek kurt e, dikarî di rûniştinekê de bixwînî, lê min demek dirêj pêre borand, ji ber ko min dixwest li ser wan tiştên ko daxwaz dike baş bifikrim û bisekinim ko di hişê min de bimînin.  

 

Pirtûk bixwe jî bi awayek Minimalistî hatiye nivîsîn, loma jî dema tu dixwînî tu nawestî, herçend carna gelek beredayî dinivîsîne jî. Erê gelek tiştên beredayî û bê mantiq têde hene, lê dîsa bi giştî gelek baş e. Her kesek ko bi tevlihevî û qelebalix û helehela jiyana modern re aciz dibe û nikare baş karên xwe bike û hay ji xwe hebe divê bibe Minimalistek. Minimalism bi rastî jî pêwîstîyek e ji bo jiyana îro, gelek kes hene ko jiyanek Minimalistî dijîn lê nizanin. dîsa ya giring ne Minimalism bixwe ye, ya giring ev e ko mirov xwedî hişek tena û vehewîyayî be.

 

Mînîmalîsm dikare ji gelek alîyan ve alîkar û rêber be ji bo jiyana me. Nivîsera pirtûkê li youtube dikarin bibînin, belkî ciwantirîn nivîser e ko ta niha min pirtûkek jê xwendiye. 

 

Min di çend rojên pêşî de bandora Mînîmalîsmê li ser jiyana xwe his kir, belkî ji ber ko mirov ji jiyanek tevlihev re bi yek car tê ser jiyanek diyar û zelal, derûnê mirov hestiyar bibe û mirov bi alozîyek kurt-dem de derbas bibe. Lê encam dê bê dawî baş û xweş bin.

 

Bê ko bifikrî, biryar bide ko bibî mînîmalîst û li pirtûkek bigere an her vê pirtûkê ji wê nivîsera ciwan bixwîne.