My struggle _ a death in the family _ lênêrîn
navê pirtûkê: My struggle _ a death in the family
navê nivîserî: Karl Ove Knausgaard
Berî ku dest bi nivîsîna vê lênêrînê bikim, dixwazim sipasîya dotmama hevaleka xwe bikim ji bo pêşniyara vê pirtûkê.
Nivîserê vê pirtûkê norwîjî ye, ku di şeş pirtûkan de bi navê My struggle jiyana xwe dinivîsîne, lê bi awayê romanekê. Min ta niha tenê pirtûka yekem xwendiye, pênc pirtûk mane. navê pirtûka yekem a death in the family ye, Du armancên nivîserî di nivîsîna vê pirtûkê de hene. armanca yekem ew e ku normal dixwaze li ser wê mirina di malê de binivîsîne, ew mirin ya bavê wî ye. Lê ku em bi berfirehtir û kûrtir binêrin, bigişî pirtûkek e li ser mirinê, ev pirtûk paradoksek e li ser jiyan û mirinê. Li himber wê jiyana ku nivîser dike û dinvîsîne li ser xwe, li dora wî mirin û lawaz bûn heye. Dema em dibînin ku behsa mirina bavê xwe dike, ew bav nade naskirin. Ew tenê dibêje ku ew çawa bav dibîne û hastên wî li himber bav çawa ne. tu nikarî di wêneyek zelalkirî de bavê nivîserî bibînî, ji ber ku nivîser rê nade tu wî bi tena serê xwe bibînî. Nivîser romana xwe him bi mirinê destpêdike û him jî bi mirinê dawîdike. Di destpêka pirtûkê de bi kurtî ew dibêje ku ew bi giştî çawa mirinê dibîne, li dawîyê de jî dibêje çawa mirina bavê xwe bi tayibetî dibîne.
Armanca yekem û serekî mirin bû. Armanca duem ev e ku nivîser wê hewceyîyê dibîne ku xwe bide naskirin. Belkî hûn bipirsin “ji xwe her şeş an pênc pirtûk li ser jiyana wî ne, çima xwe bide naskirin?!”, lê ne wisa ye. Ew dixwaze di pirtûka yekem de xwe bide naskirin, an em bibêjin dixwaze wêneyek xwe bide aşkera kirin ji bo ku bi dirêjahî ya şeş pirtûkan di heşê xwendevan de hebe. Cudahîya pirtûka yekem ew e ku ew dixwaze niha ya xwe bide naskirin, ev giring e ji ber ku niha ya nivîser bi xwendevan re diaxive an dinivîsîne. Ew dema di şeş pirtûkan de behsa xwe dike ne ji bo wê ye ku tu wî nasbikî, ji bo wê ye ku tu jiyana wî bibînî û xweşîyê ji xwendina jiyana wî bibînî. Naskirina kesekî û jiyana kesekî xwendin du tiştên cuda ne.tu dikarî kesek nasbikî û bi başî nasbikî bêy ku bizanî serbora wê/wî çi ye. Loma jî nivîser jiyana xwe dike di forma romanekê de. Dixwaze bi wê azadiya ku bi xwe re dipeyive an dinivîsîne xweşî û tena bûnekê bibîne û him jî karê xwe yê nivîserîyê bike wek pîşe.
Tiştê ku herî zêde bala min dikişand di vê pirtûkê de, guhartina dîmenan bû di navberek de bêy ku bên hestkirin. Di romanên kilasîkî de ev ku dîmen nayên guhertin ta wî demî ku wateya xwe bi temamî bidin an em bibêjin dîmenek nayê guhertin ta wî demî ku wêneyek bê kêmasî derdikeve. Di romanên modern de ev kêmtir dihête dîtin, lê dîsa jî ya ku Karl Ove Knausgaard bikar diîne tiştek cuda û nû ye, ji bo min nû ye. Nivîser dîmenan diguherîne berî ku dîmenek bê dawî kirin carna vedigere ser wan dîmenên ku dawî nebûne û wan kamil dike, carna jî wan ji bîr dike an bi zanayî wan piştguhve diavêje û wek wêneyek neqedandî wan dihêle. Lê zîrekî û zanayî ya nivîser ne di wê de ye ku dikare dîmenan biguherîne, zîrekî ya wî di vê de ye ku ne xwendevan aciz dibe û ne jî hest bi wê guherandina dîmenan têkirin li dema xwendinê. Nivîser gelek bi hûrî diçe dû hûrhûrk ên vegêrana bûyeran. Ew bi dehan rûpelan li ser serûberkirina maleka ku bêhna mirinê jê tê dinivîsîne. Ew mala ku bavê wî ta asta mirinê alkol vexwarî û qirêja ku li dû xwe hiştî bi hemû hûrhûrk ên wê tê nivîsandin. Nivîser behsa şûştina wê malê dike bêy ku xwendevan aciz bibe ji ber ku zêde dirêj dike.
Ya ku ev roman li ber dilê min xweş dikir, ev bû ku ew rastîyên ku dibîne û dibêje gelek caran rastîyên min an yên te ne. Lê ez an tu wan rastîyan ji xwe vedişêrin û rê nadin xwe ku em behsa wan rastîyan bikîn. Lê dema em dibînin ku ev nivîser wan rastîyan gelek bi bêhnfirehî û bêy alozî datîne pêşberî me, ev hestek tayibet di nav mirov de peyda dike ku dibêje “hêy ez naxwazim wisa bifikrim an bikêmanî ez naxwazim van ji xwe re bêjim, lê gelek kêfxweş im ku yek li şûna min van dibêje”. Erê, carna ew rastî mirov diêşînin, carna ew rastî qirêjbûna mirovan didin xuyakirin, lê dîsa jî rastî ne û bi awayek din xweş in. xweş in ji ber ku mirov li dervey her merc û berbestekê li meseleyan dinêre û rastîya her tişt bi bêy şerm û xwe sûcdarkirinê dibîne.
Bi giştî him wek astê edebî û him jî wek felsefe pirtûkek xweş û baş e. nivîser gelek bi bêhnfirehî didomîne. Ez ê di nêz de pirtûkên mayî jî bixwînim.
"Dema ez li wêneyek xweşik û hunerî dinêrim hêsir dikevin çavên min, lê dema li rûyê zarokên xwe dinêrim hêsir tune."
"Cudahî ya vî wêneyê Rembrandtî û wêneyên din cudahîya di navbera dîtin û hatine dîtinê ye"